Rojhilat | Mamosteya Kurdî bi 10 salên girtîgehê û sirgunê hate cezakirin

.

Mamosteya Kurdî ya ji Navenda Çandê Nojînê Soma Pormohammedî ji aliyê dadweriya Îranê ve bi deh sal cezayê girtîgehê û sirgunkirina derveyî Kirmaşanê hate cezakirin.

Mamosteya Kurdî Pormohammedî ji aliyê dadgeha şoreşê ya Îranê ya Sineyê ve bi deh sal cezayê girtîgehê û şandina girtîgeheke derveyî Rojhilatê Kurdistanê hate mehkûmkirin.

Hatiye diyarkirin ku Soma Pormohammedî bi hinceta xerabkirina ewlehiyê, fitneyê û avakirin û birêvebirina rêxistinê hatiye tawanbarkirin.

Pormohammedi beriya cezayê wê bê dayîn li ser rûpela xwe ya Instagramê gtibû, “Bêyî ku ew bê dadgehkirin dadgehê biryar li ser min daye”.

Soma Pormuhammedi ya 35 salî beriya niha jî ji ber ku dozeke li hevjînê wê hatibû vekirin dişopand hatibû binçavkirin û piştî girtîmana 27 rojan bi kefaleta 1 milyar rîyalê Îranê hatibû berdan.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye