Rojhilat... Malbatên şehîdan di cejna Qurbanê de serdana tirba şehîdên şoreşa Jînayê kirin

.

Li bajarên “Mihabad û Bokan”ê, malbatên şehîdên şoreşa Jînayê di cejna Qurbanê de bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê serdana tirba şehîdên wê serhildanê kirin û tevî bilindragirtina yad û bîra wan şehîdan, soza emegnasiya xwe digel rêbaza wan nû kirin û destegul li ser tirba wan danîn.

Roja cejna Qurbanê, Çarşemî 7ê Pûşperê, xelkê bajarê Mihabadê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, kincên Kurdî û axabanî û hilgirtina wêneyên şehîdên şoreşa “Jîna”yê li ser tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê amade bûn û alaya Kurdistanê bilind kirin, sirûdên şoreşgêrî û taybet bi şehîdan belav kirin û soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Herwisa hevdem li bajarê Bokanê jî, xelkê azadîxwaz û malbatên şehîdên şoreşa Jînayê, serdana tirba şehîdên serhildana Jin Jiyan Azadî kirin û bi kincên Kurdî, axabanî û hilgirtina wêneyên şehîdên şoreşa “Jîna”yê, li ser tirba wan amade bûn û bi belavkirina sirûdên şoreşgêrî û sirûdên taybet bi şehîdan, soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan dubare kirin.

Li Bokanê azadîxwazan tirba şehîdan bi gulên rengîn wek alaya Kurdistanê xemilandin.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ