Rojhilat | Jina Kurd ji ber dijderketina îdaman bi 10 mehên girtîgehê hate cezakirin

.

Daraza Îranê li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê, piştî girtina jina Kurd a bi navê Zehra Sacdînya ya 38 salî ku îdamên rejîma Îranê protesto kiribû, 10 meh cezayê girtîgehê li ser sepand.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihandiye ku Zehra Sacdînya dayika 3 zarokan e û ji aliyê şaxa 101 ya Dadgeha Keferî ya Bokanê ve, 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Hate diyarkirin ku cezayê girtîgehê bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ li ser Zehra hatiye sepandin.

Meha Gulana îsal piştî Zehra Sacdîniya ji aliyê Daîreya Îstîxbarata Bokanê ve hatibû gazîkirin, hatibû binçavkirin û ew şandibûn Urmiyeyê. Sacîdinya piştî lêpirsînê, bi kefaletê hatibû berdan.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin