Rojhilat | Hêzên Îranê bi peyam û nameyan gef li xelkê Mahabadê xwar

.

Navendên hêzên ewlekariya Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê, piştî banga 6 hizban û aliyên siyasî yên greva li dijî cezayên îdamê bi peyamên telefonê û nameyan gef li xelkê xwarin.

Hate zanîn ku piştî banga roja Çarşemê îro 23yê Çile li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê jî greva daxistina dikanan pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku hêzên rejîmê bi rêya peyamên telefonan û kurtenameyan gef li xelkê xwarine ku dikanên xwe vekin û beşdarî grevê nebin.

Hêjayê gotinê ye, li gorî çavkaniyên xwecihî li Mahabadê ji sedî 60ê esnafan tevlî mangirtinê bûne û dikan û bazarên xwe venekirine.

Di peyamên gefxwarinê de, xelkê Mahabadê bi sizadan û reftara yasayî hatin tehdîtkirin û herwiha 50 karmend jî bo navendên ewlekariyê hatine bangkirin.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide