Rojên seferên rasterast ên navbera Prag û Hewlêrê eşkere bûn

.

Konsulê Giştî yê Çekya yê Hewlêrê Karel Kortanek û Rêveberê Kompaniya FLYERBIL, îro 15ê Tebaxê roja duşemê derbarê destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Pragê de civînekerojnamevanî li dar xistin.

Di civînê de hat ragihandin ku wê her roja duşemê, geşta esmanî ya navbera Hewlêr û paytexta Çekya Pragê werin kirin.

Konsulê Giştî yê Çekyayê ji bo mijara vîzeyê jî got, ew ê ji bo dayîna vîzeyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re hêsankariyê bikin.

Welatiyên Herêma Kurdistanê berî niha dikaribûn bi rêyên transît serdana welatê Çekyayê bikin, lê piştî destpêkirina geştên asmanî dikarin ji Hewlêrê rasterast derbasî Pragê bibin.

Çekya welatekî ewropî yê  di nav lîsteya welatên Schengenê de ye û Praga jî yek ji bajarên herî xweş ên Ewropayê ye ku ji gelek welatan turîst serdana wê dikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin