Rojeke nû ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê tê diyarkirin

.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê rojeke nû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar dikin.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî îro 15ê Çileya 2024an ji K24ê re ragihand, şandeke komîsyonê li Hewlêrê ye û dê sibe bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re ji bo diyarkirina rojeke nû ya hilbijartinên parlamentoya bicive.

Li gor Kurdistan24; hilbijartinên xule şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dê sê mehan were paşxistin û tê pêşbînîkirin ku di navbera 25 û 30î Gulana 2024an de were lidarxistin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata bê de bihatine kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024an gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê Çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.

Li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazineyî û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dikin, gilî li Dadgeha Federal hatiye vekirin.

Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin