Rojava | Bedran Çiya Kurd: Şanda Kurdî ji daxwaza nenavendiya Sûriyê nayê xwar

.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihand ku şanda Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku wê li gel hikûmeta Şamê danûstandinan bike ji daxwaza nenavendiyê nayê xwarê.

Bedran Çiya Kurd ji Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP re ragihandiye, Sûriya nenavendî, piralî û demokrasî çareseriya guncaw e ji bo hemû dozên li Sûriyê û daye zanîn, sîstema navendî ya ku hemû dethilatan dixe dest xwe nikare civaka Sûrî ya pireng bi rê ve bibe.

Bedran Çiya Kurd got, di demeke nêzîk de, şandeke ku hemû aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li xwe digre serdana Şamê dike daku doza Kurdî û misogerkirina mafên Kurdan gotûbêj bike.

Herwiha Çiya Kurd diyar kir, diyalog bi hikûmeta Sûrî ya qonaxa veguhêz re berdewam e û pêwîstiya wê hewlên zêde yên baweriyê heye.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê