Rojava | Amerîkayê ji Reqayê hêza teqwîye şand Kobaniyê

.

Hate ragihandin ku piştî çend roj berê ji ber êrîşên berdewam ên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê hêzeke Amerîkî li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bicih bû, niha jî hêzeke piştevaniyê ji Reqayê ber bi Kobaniyê ve bi rê ketiye.

Li gorî çavkaniyên fermî yên ji herêmê, hêzên Amerîkî îro 27ê Kanûnê ji bajarê Reqayê ve bi rê ketine ber bi bajaroka Eyn Îsa û Kobaniyê ve diçin.

Hatiye diyarkirin ku hêzên Amerîkî vê sibehê ji cihên xwe yên Reqayê derketine û ber bi Kobaniyê û Eyn Îsayê ve bi rê ketine.

Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, hêzên Amerîkî bi 5 otombîlên zirxî ji cihên xwe yên Reqayê derketine û ber bi Kobaniyê û Eyn Îsayê ve diçin.

Herwiha televîzyona Hedes jî belav kiriye ku Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye. Doh jî Berdevkê HSDê Ferhad Şamî girte vîdyoyek ji ser Bendava Tişrînê belav kiribû û red kiribû ku ketibe bin kontrola çekdaran.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide