Rojava | 155 malbatên Kampa Holê bo Iraqê hatin şandin

.

Rêveberiya kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku îro 9ê Sibatê Yekşemê komeke nû ya welatiyên Iraqê ku ji 155 malbatan pêk tê ber bi welatê wan ve hatin rêkirin.

Hate ragihandin ku bi hevahengiya Rêveberiya Xweser û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê, îro komeke nû ya penaberên iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi Iraqê ve hatin şandin. 

Li gorî amaran, ev koma çaremîn e ku ji destpêka 2025an ve ji kampê têne derxstin ku hejmara wan jî ji 594 kesan pêk tê.

Hêjayî gotinê ye, ji sala 2022yan ve welatiyên Iraqê yên li Kampa Holê 21 caran kom bi kom ji kampê ber bi welatê wan ve hatine şandin û piştî demekê li kampên Iraqê mane jî ew tevlî jiyanê hatine kirin. Piraniya koçberên İraqê ji malbatên DAIŞê pêk tên.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle