Roja destpêkirina Kongreya 14emîn a PDKê diyar bû

.

Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê dê roja 3ê Mijdara 2022an li bajarê Duhokê dest pê dike.

Di meha Tebaxa 2022an de hilbijartina endamên kongreyê di nava organên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest pê kiribû ku mafê dengdanê ya zêdetirî 600 hezar endaman hebûn û ji nava wan 800 endam ji bo beşdariya di kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hatin hilbijartin.

Ji bilî endamên hilbijartî, li gor peyrewên kongreyê, endamên Polîtburo û Serkirdayetiyê, bêyî dengdanê dibin endamên kongreyê û divê % 25 ji endamên kongreyê jin bin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, nêzîkî hezar kesî dê beşdarî 14emîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bibin.

Kongreyên berê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):

- Kongreya Yekemîn: Roja 16ê Tebaxa 1946an li Bexdayê li mala Seîd Fehîm û bi amadebûna nêzîkî 70 delegeyan bi dizî hat lidarxistin.

- Kongreya Duyemîn: Di Adara sala 1951ê de li Bexdayê, li mala Elî Hemdî, bi amadebûna nêzîkî 30 nûneran hat lidarxistin.

- Kongreya Sêyem: Roja 26ê Çileya 1953an li Kerkûkê bi amadebûna nêzîkî 35–40 delegeyan hat lidarxistin.

- Kongreya Çarem: Roja 4 - 7ê Cotmeha sala 1959an de li Bexdayê, li mala Kaka Ziyad, bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî hat lidarxistin.

- Kongreya Pêncemîn: Di Gulana 1960î de li bargehên PDKê li Bexdayê hat lidarxistin.

- Kongreya Şeşemîn: di destpêka Tîrmeha 1964an de li Qeledzê hat lidarxistin.

- Kongreya Heftem: 15ê Mijdara 1966an li Gelala hat lidarxistin.

- Kongreya Heştemîn: 1ê Tîrmeha 1970î de li Nawpirdanê bi amadebûna 488 delegeyan hat lidarxistin.

- Kongreya Nehem: Di 4ê Mijdara 1979ê de hat lidarxistin û tê de Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin.

- Kongreya Dehemîn: Di navbera 2 - 12 Berçileya 1989an de li Mergewerê bi beşdariya 332 delegeyan pêk hat.

- Kongireya Yazdehemîn: Sala 1993an li Hewlêrê bi beşdariya 2176 nûneran hat girêdan.

- Kongreya Diwazdemîn: Di 6 - 14 Cotmeha 1999an de, li Hewlêrê bi beşdariya 1473 delegeyan hat lidarxistin.

- Kongireya Sêzdemîn: Di 11ê Berçileya 2010an de, li Hewlêrê bi beşdariya zêdetirî 1500 delegeyan hat lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin