Roberto Carlos û Patrick Kluivert gihîştin Hewlêrê

.

 Her du stêrên futbolê, yê Brazîlî Roberto Carlos û yê Hollandî Patrick Kluivert gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Parêzgar Omêd Xoşnaw ve pêşwazî li wan hate kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Qeymeqamê Hewlêrê nebez Ebdulhemîd îro 22 Sibata 2022an li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li her du stêrên futbolê, Roberto Carlos û Patrick Kluivert kirin.

Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, wan bixêrhatina wan her du stêran kir û hêvî xwast ku demeke xweş li Hewlêrê derbas bikin.

Parêzgarê Hewlêrê ji wan re ragihand jî, gelek hezkiriyên wan her stêran li Hewlêr û Herêma Kurdistanê hene û ew ê vê yekê bi çavê xwe bibînin.

Roberto Carlos stêrê hilbijardeya Brazîlê û tîma Real Madrîd bû, Patrick Kluivert jî stêrê hilbijardeya Hollanda û tîma Barcelona bû û biryar e ew her stêr beşdarî lîstikeke dostana ya stêrên Herêma Kurdistanê û Iraqê bibin.

K24

Parêzgar û Qeymeqamê Hewlêrê pêşwazî li Roberto Carlos û Patrick Kluivert kirin
Parêzgar û Qeymeqamê Hewlêrê pêşwazî li Roberto Carlos û Patrick Kluivert kirin
Parêzgar û Qeymeqamê Hewlêrê pêşwazî li Roberto Carlos û Patrick Kluivert kirin

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN