Rizgar Qasim: Tirkiye dê nikaribe li dijî Rojava operasyona bejahî pêk bîne

.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim li ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand, ew bawer nake operasyoneke bejahî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê were pêkanîn û got: “Ji ber ku ev yek ne di berjewendiya Rûsya, Îran û Amerîkayê de ye.”

Rizgar Qasim beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser zêdebûna êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku du sedemên zêdebûna van êrîşan hene, yek ji wan ew e ku Tirkiyê nekarî lembeya kesk bibîne ji bo derbaskirina hêzên artêşa xwe bo nav Rojavayê Kurdistanê, wek çawa li Efrîn û Serê Kaniyê kir, lê vê carê lembeya kesk ne ji Amerîka û ne jî ji Rûsyayê nedît.

Qasim diyar kir, ew di wê baweriyê de ye ku sedema duyem a zêdebûna êrîşên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê ew e ku Rûsya û Amerîka lembeya kesk vêxistine ji bo bikaranîna dron û topxaneyên xwe li dijî Rojava.

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku di êrîşên Tirkiyê de xelkê sivîl dibin qurbanî û got: “Beriya çend rojan sê zarok hatin kuştin. Gelek kesên sivîl hatin kuştin. Dewleta Tirk bi dehan caran gotine 'Ew şaşîtiya ku me li Başûrê Kurdistanê kir û me hişt Herêma Kurdistanê çêbibe, em nahêlin ew şaşîtî dubare bibe û em nahêlin li Rojava tiştek çêbibe'.”

Rizgar Qasim diyar kir ku çavgirtinek heye ji aliyê hêzên navdewletî ve li ser kiryarên Tirkiyê, lê li hember wê nerazîbûnek jî heye.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê eşkere kir ku ew bawer nake operasyoneke bejahî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê were pêkanîn û got: “Ji ber ku ev yek ne di berjewendiya Rûsya, Îran û Amerîkayê de ye.”

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin