RIHA - Qedexeya li ser navê Mem û Zînê hat betalkirin

.

Dadgeha Îdarî ya Rihayê biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Sirûcê ya li ser navê Mem û Zînê betal kir.

Meclîsa Şaredariya Sirûcê, 6ê Tebaxa 2024an bi yekdengî biryar da ku navên “Mem û Zîn” û nivîskar “Sait Kendirci” li du parkên  navçeyê bê kirin.

Şaredariya Sirûcê piştî ku her du nav li Meclîsa Şaredariyê hatin qebûlkirin, biryar ji bo “erêkirinê” ji Qeymeqamiya Sirûcê re şand.

Qeymeqamê Sirûcê Adem Balkanoglu, bêyî ku ti hincetekê nîşan bide biryara Şaredariya Sirûcê red kir û qebûl nekir ku navê parkan “Mem û Zîn” û “Sait Kendirci” be.

Şaredariya Sirûcê li dijî biryara Qeymeqamiya Sirûcê serî li Dadgeha Îdarî ya Rihayê da.

Dadgeha Îdarî ya Rihayê roja 20ê Gulana 2025an li ser dozê biryar da û ragihand ku biryara Qeymeqamiya Sirûcê ne yasayî ye û di her du navan de ti pirsgirêk nîne.

Dadgehê biryara redkirina her du navan a Qeymeqamiya Sirûcê betal kir û biryar da navê parka li Taxa Demokrasiyê ya Sirûcê bibe “Mem û Zîn” û navê parka li Taxa Yildirim jî bibe “Sait Kendirci.”

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmedê li ser salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir
Ebdî: Sûriyeya demokratîk û nenavendî bi vîna gel tê avakirin
Li Girê Keçel peykerekî 2,5 metreyî hat dîtin
Li Wanê erdhej çêbû
Amerîka: Konsulxaneya Hewlêrê ji bo me destpêka rûpeleke nû ye