Rêzdar Mistefa Hicrî li derheq mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyê kamiyonan peyamek belav kir

.

Rêzdare “Mistefa Hicrî”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq mangirtîna befireh û seranserî ya ajotvan û xwediyên kamiyonan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Mangirtina berfireh û seranserî ya ajotvan û xwediyê kamiyonan ku ji dawiya heyva Banemerê ve dest pê kiriye, niha zêdetir ji 160 bajarên Îranê, li xwe girtiye.

Ev nerizayetiya berteknîşandanek li hember rewşa xirab û dijwar a jiyan û bersivdernebûna rêjîmê bi daxwaziyên sendîkayî yên vê  girûpa xisarhilgir a civakê ye. Ew mangirtin niha bûye hêwinê yek ji berfirehtirîn nerizayetiyên sendîkayî û yek ji berfirehtirîn şêwazên berxwedana medenî li hember xoseriyên hikûmî yên rêjîma îslamiya Îranê ye.

Hevdem digel berfirehtirbûna cogfarafiyiya vê nerizayetiyê, navendên ewlehî dîtingeha hertimiya xwe anku, tepeserkirin, binçavkirin û gefxwarin li mangirtiyan li pêş xwe girtiye. Daxuyaniya Sendîkaya seranserî ya ajotvan û xwediyên Kamiyonan ya Îranê, bi serastî, binçavkirin û gefxwarina rêjîmê li mangirtiyan, bi nîşaneyek ji “neşiyan û bêserûberiya hikûmetê li hember sîpela serî hildayî ya mafxwaziya xelkê bêzarbûyî”, daye zanîn.

Em jî tevî piştevanîkirina tevav li vê mangirtinê, hivî dikin ku girûpên din ên civakê, wan bi tenê nehêlin.

Mistefa Hicrî,

Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

9ê Cozerdana 1404 a Rojî

Beranber bi 30ê May 2025 a Zayînî

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê 15 mamsostayên bajarê Sinê bo sepandina siza bo dadgehê banghêj kirin
Amerîka ji Şamê re: Daxwazên me neguherîne, çav li ser Sûriyê ne
Li ODTUyê Komeleya Lêkolînên Kurdî hat damezrandin
Kurtulmuş dîsa wekî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê hat hilbijartin
Serokên 5 şaredariyên CHPyê hatin girtin