Rêxistinên doktoran yên navneteweyî xwestine Şebnem Korûr-Fîncanci azad bibe

.

Rêxistinên mafên mirovan û doktoran yên navneteweyî ji bo Şebnem Korûr Fîncanci serbest bibe daxûyanî dane.

Komeleya Doktorên Cîhanê (WMA), Komîteya Daîmî ya Doktorên Ewropayê (CPME), Konseya Navnetewî ya Rehabîlîtasyonê ya ji bo Êşkenceyê (IRCT) û Doktorên Mafên Mirovan (PHR) daxuyanî dane û xwestine ku Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî bê şert û merc bê berdan.

Di metna ku îmzeya doktor û rêxistinên mafparêz yên navneteweyî li bine de hatiye gotin ku sûcdariyên li hemberî Korur Fîncancî bêbingeh in û  ew ê bi Korur Fîncanciyê re hevgirtina xwe bidomînin.

Di metnê de amaje bi parastina Şebnem Korur Fincanci ya di danişîna wê ya 23ê Kanûna 2022an hatiye kirin.

Her wiha di metnê de behsa têkiliya di navbera girtina Korur Fîncancî û lêpirsînên li dijî endamên Konseya Navendî ya TTBê hatiye kirin. Hatiye destnîşankirin ku ev lêpirsîn dê bibe amûrek ji bo rakirina xweseriya TTBê.

Di daxuyaniyê de ku bang li raya giştî hatiye kirin ku rêzê li azadiya ramanê ya Korur Fincanciyê bigire, her wiha hatiye gotin ku êrîşên li dijî xweseriya rêxistinên pîşeyî nayên qebûlkirin.

Sekretera Giştî ya IRCT Lisa Henryê weha gotiye, “Şebnem parêzvana mafên mirovan e. Mafê wê yê parastina mafên mirovan û azadiya xweîfadekirinê ji bo garantîkirina mafên mirovî yên gerdûnî yên Tirkiye û civaka cîhanê esas e.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?