Rêxistina Tenduristiya Cîhanê: Çîn agahiyên çavkaniya vîrusa koronayê nade

.

Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) ragihand ku Çîn agahîyên li ser pêketinên pêşî yên vîrusa koronayê nade wan.

WHOyê ragihand, wan ji rêveberîya Çînê xwestiye ku ew agahîyên ser 174 pêketinên pêşî yên li Wuhanê ku di dawîya sala 2019an de hatibûn tespît kirin bidin lê red kirine wan agahiyan bidin.

Tîma pisporên WHOyê di meha Çile de ji bo tespîtkirina jêdera vîrusa koronayê serdana Çînê kiribû û çar hefteyan li wir mabû.

Ji tîma pispor Dominic Dwyer ji Reutersê re dîyar kir ku berpirsên Çînê bi tenê agahîyên kurt û analîz dane wan, vîrusa korona berê li bazara ajalan ya Wuhanê hatiye tespît kirin, lê ji wan 174 pêketinên pêşî bi tenê nîvê wan di bin bandora wê bazarê de mane.

Pisporê WHOyê got ku wan ji bo standina agahîyên berfireh yên pêketinên pêşî israr kiriye, Çînê nedaye û ew niha naxwazin ser sedema nedana agahîyan şiroveyekê bikin.

Li seranserê cîhanê heta niha zêdetirî 108,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û ji wan 2,394,346 kes jî mirine.
 

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene