Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê: Di xwepêşandanan de 448 kes mirine

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê aşkere kiriye ku di xwepêşandanên hefteya derbasbûyî de jê 12 li bajarên Rojhilatê li tevahiya Iranê 16 kes ji aliyê hêzên rejîma Iranê ve hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê di malpera xwe ya fermî de bîlançoya nû ya xwepêşandanên li Iranê û Rojhilatê aşkere kiriye.

Li gorî rapora ku rêxistinê belav kiriye, jê 60 zarok, 29 jin 448 kes heta niha ji aliyê rejîmê ve hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê aşkere kiriye ku di xwepêşandanên hefteya derbasbûyî de jê 12 li bajarên Rojhilatê li tevahiya Iranê 16 kes ji aliyê hêzên rejîma Iranê ve hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê destnîşan kiriye ku bîlançoya nû li gorî daneyên ku li 26 bajaran hatine bidestxistin amade bûye.

Li gorî raporê kuştin herî zêde li Sîstan-Belûcistan, Sinê, Azerbaycana Rojava, Mazendaran û bajarê Kirmaşanê pêk hatiye.

Li Iranê "Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li 17ê Ilonê û pê ve li seranserê Îranê, xwenîşandan dewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye