Rêxistina Mafên Mirovan: 2 hezar 500 Efrînî di girtîgehan de ne

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ragihand ku heta niha bi hezaran xelkê Efrînê di girtîgehên Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê de ne.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê heta niha 2500 şêniyên Efrînê di girtîgehên komên girêdayî Tirkiye de ne ku di nav wan de jin û zarok hene.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê eşkere kir, hejmarek kes di girtîgehên Efrîn, Bab, Cerbalus, Ra’î û Kilisa Tirkiye de di mercên zehmet de dimînin û hate xwestin ku yekser werin azadkirin.

Rêxistinê destnîşan kir, heta niha nêzî 100 hezar koçberên Efrînê derbider in û daxwaza vegerandina wan hate kirin.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ji sala 2018an Efrîn dagir kirine û ji wê demê ve gelek bûyerên kuştin, revandin, talan û binpêkirin giştî yên mafên mirovan çêbûne.

Kurdistan Haberleri

Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?