Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî derbarê xwepêşandanên Îranê de hişyarî da

.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) derbarê bêdengkirina xwepêşandanên Îranê de ji civaka navdewletî daxwaz kir "karekî watedar" bikin.

Rêxistinê destnîşan kir, nerazîbûnên piştî kuştina Jîna Emînî têne nîşandan, ku radeya hêrsa xelkê li hember hîcaba bi zorê û kuştinê nîşan dide, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gelek bi tundî tê bersivdan.

Amnesty International daxwaza hewleke navdewletî ji bo rêlibergirtina li xwînrijandina zêdetir ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve dike.

Rêxistinê li gor belgeyên xwe diyar kiriye, di nava du şevên borî de (21-22yê Îlonê) li 20 bajar û 10 parêzgehan, hêzên ewlehiyê teqeyên rasterast li xwepêşanderan kirine û di encamê de "herî kêm 30 kesan ku ji wan 4 kes zarok bûn, canê xwe ji dest dane".

Şeva înê (23ê Îlonê) televîzyona fermî ya Îranê ragihand, 35 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Herwiha roja înê, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji Amerîkayê vegeriya û li Balafirgeha Tehranê, gef li xwepêşanderan xwar û got: “Di ti rewşê de em nahêlin ewlehiya xelk û welatê me, tûşî metirsiyê bibe.”

Kurdistan Haberleri

Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin
Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike
PKKyê xalên xwe yên kontrolê yên li Şingalê radestî hêzên Iraqî kir