Rêxistina Efûyê: Îranê herî kêm 305 sivîl kuştine

.

Amnestyê rapora xwe ya salane ya binpêkirina mafên mirovan parve kiriye. Li gorî raporê, rejîma Îranê di nava salekê de 305 sivîl kuştine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî(Amnesty International) rapora xwe ya salane ya binpêkirina mafên mirovan aşkere kiriye. Di beşeke raporê de qala serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li Rojhilatê û Îranê hate kirin û hatiye destnîşankirin ku rejîmê tundkarî zêde bi kar aniye.  

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Îranê binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî jî kirine û di nava sala 2022an de li dijî hêzên Kurd ên li Rojhilat êriş pêk anîne. 

 Herî kêm 305 sivîl kuştine

Amnnestyê di berdewamiya rapora xwe de bal kişandiye ser çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” û weha gotiye: “Hêzên rejîmê di çalakiyan de raste rast gule li çalakvanan reşandin, bi sedan kes qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin. Di tevahiya çalakiyan de 41 jê zarok herî kêm 305 sivîl hatin qetilkirin. Di nava çendek hefteyên destpêkê yên çalakiyan de herî kêm 15 hezar kes hatin desteserkirin.”  

Di raporê de qala hewldanên bêdengkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’, bêedaletî û îşkenceya li dijî xwepêşandaran hate kirin. Hat gotin ku binpêkirinên mafên mirovan ên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanan zêde bûne û saziyên ewlekariyê yên Îranê ji bo bêdengkirina nerazîbûn û ruhê şoreşgerî yê ciwanan, li dijî çalakvanan îşkence û destdirêjiya zayendî dikin. 

Bûne sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan

Bi domdarî di vê beşa raporê de wiha tê gotin: “Hêzên Îranê ji bo bêdengkirina çalakvanan, bi awayeke ne qanûnî sûdê ji şerê çekdarî digirin û ev yek jî dibe sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Kesên bi şêwazên aştiyane daxwaza mafê xwe dikin, ji aliyê desthilata Îranê ve tên girtin û bi hezaran kes jî bi awayekî ne adilane hatine darizandin. Her wiha rêjeya cezayê darvekirinê jî bi awayekî berçav zêde bûye û darvekirin li cihên giştî tê kirin.”

Rêxistinê di rapora xwe de ragihandiye ku jin, pêkhateyên olî û etnîkî qurbaniyên sereke yên siyaseta desthilata Îranê ne û wiha qedand: “Desthilatdarên Îranê torên civakî sînordar kirine û kanalên televîzyonê sansûr kirine.” 

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye