Rêxistina Aşûrî ya Demokrat: Hêzên Rêveberiya Xweser Reşa Fehmî girtine

.

 Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li Sûriyê dibêje, asayîşa Rêveberiya Xweser jina Aşûrî ya bi navê Reşa Fehmî Şemon ku berê karmenda Rêveberiyê Xweser bû, roja 3ê vê mehê li bajarê Dêrikê giritne û heta niha tiştekî li ser nizanin.

Rêxistina Aşûrî daxuyaniyekê de dibêje, awayê girtina wê wek revandinê bû, malbata wê 5 rojan nûçeya girtina keça xwe belav nekir, ji bo ku ziyan negihê wê.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li Sûriyê ew û Dêra Xiristiyanan li Dêrikê bi serkirdeyên partiyên Rêveberiya Xweser re axifîn, ji bo ku ew keç bê azadkirin, lê tevî ku soz dane wan jî hîn Reşa Fehmî Şemon girtî ye

Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li Sûriyê diyar kir ku heta niha ew tiştekî li ser Reşa nizanin û ew nizanin bi çi hatiye tohmetbarkirin û dibêje: “Girtina Reşa Fehmî li derveyî yasayê bûye û em vî karî şermezar dikin.”

Rêxistina Aşûrî daxwaza berdana Reşa Fehmî dike û dibêje eger tiştek were serê wê, Rêveberiya Xweser di ber de berpirs e

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêxistina Aşûrî ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku rêzê li mafên mirovan bigire ku di peymana wê ya civakî de hatiye. 

Çavkanî / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin