Rêwaz Fayiq: Hêvîdar im îsal hilbijartin bê kirin

.

 Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayiq ragihand, di vê heftiyê de yan jî di destpêka hefteya bê de dest bi sererastkirina yasaya hilbijartinan dikin û hêvî xwast ku îsal jî hilbijartin werin kirin.

Derbarê civîna îro ya Desteya Serokatiya Parlamentoyê ligel serokên frakisyonan û nûnerên partiyan de, Rêwaz Fayiq got; Civîn, civîneke şêwirmendiyê li ser hilbijartinên dahatî yên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê got jî, di civînê de dê nêrînên pêkhateyan bi mebesta gihandina nêrînên hemû aliyan li ser hilbijartinan bê wergirtin.

Pêr 11ê Adarê dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê ji bo gotûbêjkirina mijara hilbijartinan û aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, li Silêmaniyê bi dezgehên hilbijartinê yên Yekgirtûya Îslamî, Komela Dadgerî, Partiya Rencdarên Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê civiyabûn û li ser 5 xalan li hev kiribûn.

Desteya Serokayetiya Parlamentoyê, serokên fraksiyonan û nûnerên pêkhateyan jî îro li ser encamên wê civînê, pirsa aktîvkirina Komîsyona Hilbijartinê û guhertina yasaya hilbijartinan dicivin.

K24

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye