Rêwaz Fayiq: Divê em hemû hewl bidin hilbijartin di dema xwe de bên kirin

.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, tiştek ji berjewendiyên gelê Kurdistanê mezintir nîne û divê her kes hewl bide ku hilbijartin di dema xwe de pêk werin.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq berî destpêkirina civîna Parlamentoyê ji rojnamevanan re ragihand, ew hêvî dikin li ser madeyên yasaya hilbijartinan li hev bikin.

Rêwaz Fayiq got: “Pêwîst e hemû alî hewl bidin ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin, ji ber ku ti tiştek ji berjewendiyên gelê Kurd mezintir nîne.”

Serokê Parlamentoya Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku divê hemû hêzên siyasî amade bin ku ji hin daxwazên xwe dakevin de, da ku di xalekê de bigihin hev.

Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û Li gorî bernameya Desteya Srokatiya Parlamentoyê, dê çend projeyasayên derbarê destjikarberdana çend parlamenteran de bên xwendin û dengdan were dayîn.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle