Rewangeha Sûrî: Heftiyekî de 58 kes li Efrîn û Babê hatin kuştin

.

Hejmara kuştiyên şer û pevçûnên di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û grûpa Feyleqa Sêyem a ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ve li Efrîn û gundewarê Helebê gihişte 58 kesan, di nava wan 10 sivîl hene.

Piştî şerê hefteyekê li gundewarê Helebê û herêma Efrînê di navbera Heyet Tehrîr El-Şamê û Feyleqa Sêyem de, îro heta niha aramiyek li Efrînê û gundewarê wê heye, piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam duhî Duşemê gundê Kefer Cenê ya stratejîk û hejmarek gundên din li navçeya Şera ya Efrînê kontrol kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di hefteyekê de   10 kesên sivîl û 48 çekdarê ji grûpên cuda di şer û pevçûnan de hatine kuştin:

- 28 çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên piştevanê wê dikin (Silêman Şah û Hemzat) di şer û pevçûnên li herêma Efrînê û û bakurê rojavayê Helebê hatin kuştin.

- 16 çekdar ji Feyleqa Sêyem (Cebha El-Şamiye û Ceyş El-Islam) li Efrîn û bakurê rojavayê Helebê hatin kuştin.

4 çekdarên din ji grûpên din li herêma Efrînê û Babê hatin kuştin.

- 10 sivîl hatin kuştin, ji wan 3 kes li herêma Babê ne û 7 jî li herêma Efrînê ne ku di nava wan 3 jin û 3 zarok hene.

Ji ber giraniya birînên hin birîndaran, eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Navenda Lihevhatina Niştimanî ya Rûsyayê li Sûriyê Orgeneral Oleg Yegorov roja 16ê Cotmeha 2022an diyar kir, hêzên wan ên asmanî êrîşî kampeke perwerdekirina çekdaran di navbera Efrîn û Ezazê kir û di encamê de nêzî 100 çekdaran hatin kuştin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan