Rewangeha Sûrî: Desteya Tehrîr El-Şamê ji hin gundên Efrînê yên kontrol kiribû vekişiya

.

 Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, bi fermana artêşa Tirkiyê, Desteya Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra berê) ji hin gundên Efrînê yên kontrol kiribû, vekişiya.

Desteya Tehrîr El-Şamê, hejmarek gundên başûrê Efrînê yên di bin destê komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve de bûn kontrol kiribû, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova di derbarê wê de da zanîn, koma Desteya Tehrîr El-Şamê bi fermana artêşa Tirkiyê ji gundên Eyn Dara û Gurzêlê yên li başûrê Efrînê vekişiya gundê xeta gundên Basût – Dêbelûtê.

Herwiha Rewangehê eşkere kir, hîn beşek ji hêzên Desteya Tehrîr El-Şamê li gundê El-Basûtê ku wesayîtên giran û tank li gel wan hene, kom dibin.

Rewangehê destnîşan kir, di şer û aloziyên du rojên borî de yên di navbera Desteya Tehrîr El-Şamê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de, 4 kesên sivîl hatin kuştin, di nava wan 2 zarok hene û 11 sivîl jî birîndar bûne ku di nava wan zarokek heye û rewşa birînên wî giran e.

Rewangehê diyar kir, şer û pevçûnên nû di navbera baskên “Lêwaya Sêyemîn” bi serkêşiya Cebhe El-Şamiyê ji aliyekî û Tevgera Îslamî “Ehrar El-Şam” ji aliyekî din ve, li gundên Sûsiyan, Hedas û Ebla yên derdora bajarê Babê, li rojhilatê Helebê derketin. 

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ