Rewangeh: Ji bo Heleb û Efrînê rêkeftineke di navbera Şam û HSDê de heye

.

 Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, rêkeftineke destpêkê di navbera rêveberiya nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa taxên kurdan li Helebê û herêma Efrînê de çêbûye.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, dê bi heman kadroyên xwe dê veguhere Hêzên Ewlekariya Giştî û dê girêdayî Rêveberiya Xweser be.

Herwiha di rêkeftinê de, HSD dê 170 girtiyan û hejmarek ji termên şervanên wan werbigire. Li hemberê jî, HSD dê nêzîkî 400 girtî û termên Hêzên Ewlekariya Giştî radest bike.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, hemû xalên ku rêkeftin li ser hatiye kirin, bi zanîn û beşdariya Amerîkayê dibe, heta ku bi fermî bê ragihandin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, wek taxa kurdan tê nasîn û di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji kurdên Efrînê lê bicih bûne.

Derbarê rewaş Efrînê de, xelk daxwaza garantiyê ji bo vegera xwe bo Efrînê dikin, ev garantî jî bi derketina komên “Artêşa Niştimanî” û bicihkirina asayîşa giştî li wir dibe, ji ber ku baweriya xelkê bi endamên “Artêşa Niştimanî” nîne.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da