Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Mustafa Doran Hate Desteserkirin

.

Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Mustafa Doran roja 15.08.2022yê li Dêrika navçeya Mêrdînê ji alîyê polîsan ve hate desteserkirin.

Polîsên Emnîyeta Dêrikê roja 15.08.2022yê di saet 05.00ê sipêdê da li Dêrikê girtin ser mala yek ji damezranêrên PAKê û endamê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê hevalê me Mustafa Doran.

Polîsên Dêrikê li mala wî gerîyan, dest danîn ser telefona wî û paşê hevalê me Mustafa Doran teslîmî hêzên Jandarmaya Mêrdînê kirin.

Nuha hevalê me Mustafa Doran birine Fermandarîya Jandarma ya Mêrdînê.

Parêzerên partîya me pê eleqedar in.

Mustafa Doran li Dêrikê ye, mamoste ye, kesekî naskirîye û rêvebirekî PAKê ye. Em nizanin Mustafa Doran ji ber çi hatîye desteserkirin. Polîs û Jandarmayên Dêrikê ne di nîvê şevê de û ne ku bi girtina ser mala wî, di nava rojê da dikarîbûn bangî wî bikirina û bigotina îfadeyeke te heye.

Em vî şêweyê desteser kirina hevala xwe Mustafa Doran protesto dikin.Divê zûtirîn dem hevalê me bê berdan.

Em bangî Baroya Mêrdînê û hemû dezgehên mafê mirovan jî dikin ku di vê derbarê da hestyar û eleqedar bin.

15.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn