Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze jêrxaneya navçeyê wêran bike

.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkiyê dixwaze jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê wêran bike.

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Jîngehê li Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Mitlî got, Tirkiyê gelek cihên xizmetguzariyê li navçeyên wan bombebaran û topbaran kiriye.

Îlham Mitlî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina xwe, li hemberî êrîşî û tehdîdên Tirkiyê amadekariya xwe kiriye.

Mitlî dibêje: “Armanca Tirkiyê jinavbirina jêrxaneyê ye, ev yek jî, me di dema dawî de dît, çawa Tirkiyê dibistan û nexweşxane û navendên bijîşkî û gelek karên xizmetguzariyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê kirin armanc. Eger çi êrîşek, li navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê bê encamdan, em dê dest di dest de, li hember wê êrîşê rawestin, em û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Eger çi dijminkariyek bibe, helbet gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê yek dest bin, tevî ku em ti şer naxwazin, ne ji Tirkiyê û ne jî ji ti dewleteke din ji cîhanê, em şer naxwazin, lê eger Tirkiye berdewam be û bixwaze êrîşekê li ser van navçeyan bike û di gef û binpêkariyên xwe de berdewam be, li dijî van navçeyan, êdî em dê amade bin û em dê bi berxwedana xwe biser bikevin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye