Rêveberiya Xweser rojnamevanî li Hogir Mecîd qedexe kir

.

Karê rojnamevanekî din li Rojavayê Kurdistanê hate qedexekirin, wî rojnamevanê Kurd ku hemwelatiyê Swêdê ye, li ser sosyal medya programek bi navê (Çîrokên Xelkê) pêşkêş dikir.

Rêveberiya Xweser li ser qedexekirina karê wî medyakar Hogir Mecîd daxuyaniyek belav kir û got wî zêdegavî kirine û sûkayetî bi asayîşê kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye ku "Hogir Mecîd, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bêhtirî carekê êrîşî endamên Asayişê kiriye û gotinên xerab ji wan re gotine û red kiriye û qebûl nekiriye ku itîraf bike ku wî şaşî kirine.

Rojnamevanê ku rojnamevanî lê hatiye qedexekirin Hogir Mecîd beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Ew biryara ku îro derketiye, gelek tiştên ne rast tê de ne. Min ti carî tiştekî bê exlaqî nekiriye, bi Asayîşê re, Trafîkê yan jî bi hêzên leşkerî re. Tiştê ku li ser min hatiye kirin şexsî ye, ne eskerî ye.”

Hogir Mecîd her wiha anî ziman, “Karekî şexsî li ser min hatiye kirin bi nêrîna min, ji ber ku min vîdeoyeke xirab belav nekiriye û kanala min a civakî ye. Min ti carî dev neavêtiye leşkeran.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir