Rêveberiya Xweser rojane 15 hezar bermîl petrol hinardeyî Sûriyeyê dike

.

Li qadên petrol û gazê yên devera Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê tanker bi petrolê têne dagirtin û berê xwe didin bajarên Sûriyeyê.

Petrola Rimêlanê bi taybetî ji rafîneriyên li Banyas û Tertûsê re tê şandin û piştî parzûnkirinê li bajarên din ên Sûriyeyê tê belavkirin.

“Rêveberiya Xweser petrol û gazê dişîne Sûriyeyê”

Birêvebirê Berhemanînê yê Qadên Petrolê yên li Rimêlanê Kamîran Omer got:

“Piştî peymana di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de, Rêveberiya Xweser nêzîkî 15 hezar bermîl petrola xav, û milyonek metre sêca gaz, ji bo bikaranînên nav malê û yên din, her wiha pêdiviyên bingehîn dişîne Sûriyeyê.

Petrol û gaz hinardeyî rafîneriyên Hims û Banyasê dibin da ku li wê derê bêne parzûnkirin û dîsa li hemû parêzgehan bêne belavkirin."

Bi rojane, bi dehan tankerên petrol û gazê ji qadên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji bajarên Sûriyeyê tên şandin.

Veguhastin petrolê di çarçoveya peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de tê kirin

Veguhestina wê berhemê jî di çarçoveya peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de ye.

Zanyarî jî hene ku derdora ji sedî 85ê berhemanîna petrola Sûriyeyê, li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed El Silêman ragihand ku rojane derdora 15 hezar bermîl petrol û milyon metre sêca gaz, ji navçeyên Rêveberiya Xweser, ji Sûriyeyê re têne hinartin.

Tanker li Rimêlanê têne barkirin

Şofêrê tankerekê ji Hemaya Sûriyeyê Welîd Şerbutlî jî got:

“Her rojê, em  nêzîkî sed tankerê yan jî bêhtir vediguhêzin. Em li Rimêlan bar dikin, di Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê re derbas dibin û piştre ber bi rafîneriya Himsê ve berdewam dikin.

Spas ji Xwedê re, rê ewle ye. Piştî vê peymanê, bi saya Xwedê, xêr û bêr bi ser xelkê de bên û xelk sûdê ji berhemên petrolê bibînin, da alîkariya bi pêşxistina aboriya welat bike."

Piştî bêhtir ji çar mehan ji rûxana rejîma Esed,  her wiha piştî peyaman 10ê Adara 2025an ya di navbera Mezlûm Ebdî  û Ehmed Şer de  hinartina petrol û gazê ji deverên Rêveberiya Xweser dest pê kiriye.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin