Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand

.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji ber rewşa aloz a li Sûriyeyê rewşa awarte îlan kir.

Rêveberiya Xweser piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku hêzên wan ketine Şamê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya de anî ziman:

“Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin.

Divê ew di hişyariya giştî de bin.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got:

“Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî ragihand, “Heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin.”

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê