Rêveberiya Xweser ji %50 berhema gazê ji Hikûmeta Sûriyê re dişîne

.

 Li Rojavayê Kurdistanê gaz buha bûye û kêm peyda dibe. Li gorî hin zanyariyan, ji %50 ji gaza Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêdawîstiyên navxweya wan navçeyan e lê ji %50 wê gazê tê şandin bo navçeyên hikûmeta Sûriyê.

Krîza gaza malan li Rojavayê Kurdistanê heye.

Rewş bi awayekî ye ku cudabûna di navbera nirxê her butleke gaza malan de heye ku berî mehekê bi rêya komînê, bi 3 hezar lîreyên Sûrî bû lê niha gihiştiye 7 hezar lîreyan.

Piraniya caran jî, behra mehane ya gelek malan nagihêje wan, ku ew jî di mehê de, tenê yek butle gaz e, êdî neçar dibin, gazê ji bazara reş bi derdora 35 hezar lîreyên Sûrî heta 50 hezar lîreyê, bikirin.

Nivîskar û nişteciyê bajarê Hesekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê Miş’el Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê mijarê dike.

Nivîskar û nişteciyê bajarê Hesekê Miş’el Osman anî ziman, “Dema wergirtina gazê hinekî bi derengî dikeve, mirov neçar dibin ku berê xwe bidine bazara reş. Li wir jî ya erzan û biha heye.”

Li gorî hin zanyariyan, 50% ji gaza Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêdawîstiyên navxweya wan navçeyan e lê 50% ji wê gazê tê şandin bo navçeyên hikûmeta Sûriyê.

Nivîskar û nişteciyê bajarê Hesekê Miş’el Osman got, “Li Swêdiyê ew kup têne dagirtin, heger bi başî kar bikin, di rojê de 10 hezar – 13 hezar kup tê dagirtin.”

Piştî giranbûna êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ji 20ê Cotmeha 2022an ve û armanckirina wêstgehên petrol û gazê, krîza gazê li wan navçeyan ku berê jî hebû, bêhtir û aloztir bûye û hîn jî berdewam e.

Nûçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?