Rêveberiya Xweser: Heta niha me 800,000 ton genim ji cotkaran wergirtiye

.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje, heta niha wan 800 hezar ton genim ji cotkaran wergirtine û ji 20ê Hezîranê ve jî dayîna pereyên cotkaran dest pê kiriye.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, tenê roja yekem a Cejnê wergirtina genim ji cotkaran rawestiyabû, lê di rojên din de wergirtina genim berdewam bûye.

Li gor heman desteyê, heta niha Rêveberiya Xweser 800 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.

Desteya Çandiniyê diyar jî kiriye, ji 20ê Hizêranê ve wan dest bi dayîna pereyên cotkaran kirine.

Rêveberiya Xweser 8 navend li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Reqa û Dêrazorê ji bo wergirtina genim terxan kirine. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya werzê dirûna genim, milyonek ton genim ji cotkaran were kirîn.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo her tonek genim 430 dolarên Amerîkî dide cotkaran.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle