Rêveberiya Xweser alaya nû ya Sûriyeyê qebûl kir: Dê li herêmên xweser were hildan

.

 Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihan ku alaya Suriyeyê dê li herêmên xweser were hildan.

Rêveberiya Xweseriya a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” beşek ji erdîngariya Sûriyeyê ye û niştecihên wê ji pêkhateyên resen ên herêmê ne, lewma biryar dide ku alaya Sûriyeyê li herêmên xweseriyê hilde.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê vê biryarê daxuyeniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya bidawîhatina serdema zordarî û stemkariyê ya ku rejîma Sûriyeye zêdetirî 60 salî li ser xelkê ferz kiriye û gel ji ber zilm, paşguhkirin û înkarkirinê êş kişandibû, gelê Sûriyeyê serkeftina xwe ya xistina vê rejîma neheq pîroz dike.

“Hêviya rûmet û yekîtiya Sûriyeyê îfade dike”

Ji ber van guherînên dîrokî, alaya serxwebûnê ya bi sê rengên xwe: Kesk, spî, reş û 3 stêrkên sor wekî sembola merheleya nû derdikeve pêş ku hêviya azadî, rûmet û yekîtiya nîştimanî ya gelê Sûriyeyê îfade dike.

Li ser vê bingehê, herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji vê erdîngariya Sûriyeyê ye.

“Dê li hemû kantonên herêmê alaya Sûriyeyê were hildan”

Ji ber ku niştecihên van herêman pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne, Meclisa Gelan a Demokratîk biryara dide ku li tevahî meclis, sazî û rêveberiyên Rêveberiya Xweser ên li hemû kantonên herêmê alaya Sûriyeyê hilde.

Meclisa Gelan a Demokratîk pabendbûna xwe bi nûnertiya daxwazên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê û xebata ji bo xurtkirina yekîtiya nîştimanî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de ya li ser bingehên edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de teqez dike."

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide