Rêveberiya Rojava banga çareserkirina krîza Sûriyê li welatên Erebî kir

.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bang li welatên Erebî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê rola xwe bicih bînin û diyar kir, destpêşxeriya çend roj berê pêşkeş kirine, çareseriya herî baş a siyasî ye.

Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêvebriya Xweser Bedran Çiya Kurd, daxwaz ji welatên Erebî kir ku kar bikin ji bo beşdarîkirina hemû aliyên Sûrî di pêvajoya siyasî ya li Sûriyê de, bi taybet jî Rêveberiya Xweser û baskê wê yê siyasî Encûmena Sûriya Demkoratîk û destnîşan kir, “Em dibînin dem hatiye ku welatên Erebî wê rola xwe bilîzin.”

Bedran Çiya Kurd herwiha got ku Rêveberiya Xweser û 4 parêzgehên ku navçeyên wê pêk tînin, xwedî çavkaniyên bihêz ên aborî, leşkerî û bingehên siyasî ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî normalbûna pêwendiyên Şam û welatên Erebî, Rêveberiya Xweser jî destpêşxeriyek ragihandibû ku heta niha ne Hikûmeta Sûriyê û ne jî welatên Erebî ti bersiv nedane wê destpêşxeriyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle