Rêveberê Ewlekariya Dêrikê ji ber bûyera trafîkê ji kar hat derxistinê

.

Rêveberê Ewlekariya Dêrikê Hasan Korkmaz, ji ber bûyera trafîkê ya 20ê Tebaxê ku 21 kesan canê xwe jidest dabûn, ji kar hat dûrxistin.

Li navçeya Dêrikê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 20ê Tebaxa 2022an di bûyereke trafîkê de, du barhilgirên ku tê gotin frênên wan teqiya bûn, ketin nav qelebalixiya xelkê û di encamê de 21 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Ji ber piştî bûyera yekem ku du kesan canê xwe ji dest dabûn, polîsan tedbîrên ewlehiyê wernegirtine û ji ber wê bûyera duyem qewimî ye û hejmara kesên mirî zêde bûye Rêveberê Ewlekariya Dêrikê Hasan Korkmaz ji kar hat dûrxistin.

Hat zanîn pêştir Navenda Hevahengiya Veguhestinê (UKEMO) derbarê rê de hişyarî daye Rêveberê Ewlekariya Dêrikê û Qeymeqamtiya Dêrikê daku barhilgir di wê rêyê re derbas nebin, li her du saziyan jî bersiva daxwaz û hişyariya UKEMOyê nedane

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt