Reuters: Îsraîlê zêdetirî 40 zanyar û berpirsên payebilind ên Îranê kuştine

.

Li gorî rayedarên Îsraîlî, di êrîşên li ser Îranê de 30 berpirsên payebilind ên ewlehiyê jî hatine kuştin û ziyaneke mezin gihîştiye sîstema mûşekî ya wî welatî. Piştî pevçûnên dijwar, agirbest di navbera her du aliyan de ketiye meriyetê.

Rayedarên Îsraîlî ji Ajansa “Reuters” re ragihandin, di şerê 12 rojî yê li dijî Îranê de, artêşa wan 11 zanyarên atomî û 30 berpirsên payebilind ên ewlehiyê yên Îranê kuştine.

Li gorî heman çavkaniyê, Îsraîlê di nava axa Îranê de 900 armancên curbecur kirine armanc. Diyar kirin jî, ziyaneke mezin gihandiye sîstema mûşekî ya Îranê û hejmareke zêde ya sekoyên avêtina mûşekan hatine têkbirin.

Pevçûn di berbanga roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an de, dest pê kiribû. Wê demê, artêşa Îsraîlê bi firokeyên şer û dronan êrîşî Îranê kiribû û sazî û dezgehên navokî, kargehên çêkirina mûşekên balîstîk û hejmarek fermandarên leşkerî kiribûn armanc.

Weke bersivdayîn, Îranê jî di derengiya şeva Înê de bi sedan mûşekên balîstîk arasteyî Tel Avîvê kiribûn. Hate ragihandin ku hejmarek ji wan mûşekan li bajaran ketine û di encamê de gelek avahî û xanî hatine wêrankirin.

Piştî 12 rojên şerê dijwar, di dawiyê de di saet 07:00ê sibeya roja Sêşemê, 24ê Hezîrana 2025an de, agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ket warê cîbicîkirinê.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt