Reuters: Bi hatinaTrump re şerê Rûsya-Ukrayna ber bi dawîyê ve diçe

.

 Ajansa Reutersê bi zarê rayedarên Amerîkî ragihand, bi vegera Serokê Amerîka Donald Trump bo Koşka Spî re, wê çarenivîsa şerê Rûsya-Ukrayna jî diyar bibe.

Rayedarekî Amerîkî gotiye, “Zivistana îsal demeke krîtîk e. Hêvîdar im ku şer bi dawî bibe. Di vê demê de em ê helwesta her du aliyan û bi danûstandinên pozîsyonên destpêkê diyar bikin.”

Ukraynî bi taybetî li bendê ne ku bibînin ka Trump wê kê ji bo pozîsyonên ewlekarî û parastinê yên sereke hilbijêrin da ku bibînin ka ew ê çawa siyaseta xwe ya Ukraynayê saz bike.

Rayedarekî Kiyevê jî anîye ziman ku piştî serketina Trump îhtîmaleke kêm e ku Ukrayna li NATOyê were vexwendin û got, xetera qutkirina alîkariyên leşkerî di dema Trump de heye.

Heriwah çavkaniyeke dîplomatîk a payebilind li Kîevê gotiye: “Rewşa li Ukraynayê pir aloz e. Hûn dikarin bêhêvîbûna zêde ya di gotinên dawîn ên Zelenskiy de bibînin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle