Reuters: Amerîka plana kêmkirina hêzên xwe li Sûriyê dike

.

Ajansa Reutersê ragihand ku Amerîka plana kêmkirina hêzên xwe yên li Sûriyeyê dike û diyar kir, berpirsên Amerîkî dane zanîn ku hêzên Amerîkî amadekariyan dikin ku di çend heftiyên bê de hêzên xwe li Sûriyê kêm bikin.

Ajansê li ser zarê berpiserkî Amerîkî diyar kir ku dibe Amerîka hêzên xwe heta nîvî kêm bike.

Berpirsekî din jî daye xuyakirin, plan heye lê nediyare hejmara leşkerên vekişin çend e, di heman demê guman kir ku hejmara leşkeran heta nîvî kêm bibe.

Hêjayî gotinê ye, hejmara hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 2000 kes in û ligel HSDê kar dikin, ji bo rûbirûbûna DAIŞê ji salan 2014an ve.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK