Reuters: Amerîka di Nav Lîsta Welatên Ewle ya YE de Cîh Nagire

Hîn jêderên dîplomatîk ji Reutersê re got ku hikûmetên Yekîtîya Ewrupa dibêjin Amerîka jibo geştîyarîya nebingehîn di nav "lîsteya ewle" da tuneye.

Navenda Nûçeyan - Bloka ku 27 endaman pêk tê çavlirê ye ku ji Çarşemê pê ve rêwîtîya geştîyarî yan jî ya karsazîyê jibo 14 welatên derveyî sînorên wan dema ku îro li Brukselê dengdanê dikin erê bike.

Ew welat Cezayîr, Avusturalya, Kanada, Gurcistan, Japonya, Montenegro, Mexrîb, New Zealand, Rwanda, Sirbistan, Koreya Başûr, Tayland, Tûnis û Uruguay in.

Rûsya, Brezîlya û Amerîka di nav wan welatan da ne ku di "lîsteya ewlh" ya pêşîn de cîh nagirin.

Armanca dengdanê ew e ku piştgirîya sektora rêwîngtîyê û cîhên geştîyarîyê yên Yekîtîya Ewrupa bike, bi taybetî welatên li başûrê Ewrupa ku COVID-19 herî dijwar bandor ser wan kirîye.

Herwiha Çîn jî dê bi demkî were pejirandin, lê tenê heke karbidestên Çînê jî destûra geştîyarên Ewrupî bidin, jiber ku çalakîyên hevbeş jibo berjewendîyên welatan pêwîst e.

Ew lîste divê bi "piranîyeke maqûl" ya welatên YE derbaz bibe, wateya wê jî ew e ku 15 welatên YE dengên erênî bidin ku % 65 niştecîyan temsil dike.

Çar dîplomatên YE got ku ew li hêvîyê ne ku piştgirîya pêwîst were destxistin.

Ew lîste jibo welatên YE her wekî rênma û pêşnîyaran e ku ew hemen hemen nikarin destûrê bidin geştîyarên ji welatên din lê dikarin jibo kesên ji wan14 welatan tên bergirîyan danîn.

Hewildanên Yekîtîya Ewrupî bo jinûve vekirina sînorên hindur, bi taybetî di nav 26 welatên Şengenê ku di rewşa asayî da kontrola sînoran tune, gelek serketî nebûye jiber ku hinek welatan hatûçûya hinek geştîyaran sînordar kirîye.

Yunanîstanê pişkînîyên COVID-19 jibo hinek geştîyarên ji welatên YE wekî Fransa, Îtalya, Holanda û Îspanyayê mecbûrî kirîye û heta encamên wan dîyar dibin divê ew tenê bimînin.

Ji alîyê din ve Komara Çek destûrê nade geştîyarên ji Portekîz û Swêdê.

Niştecîyên Brîtanî herwiha dikarin biçin gelek welatên YE, lê ji geştîyarên nebingehîn dixwaze ku 14 rojan xwe karantîna bikin.

 

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin