Reuters: Amerîka dê heta 11ê Îlonê ji Efxanistanê vekişe

.

Li gor çavkaniyên ajansa Reutersê, Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar daye ku heta 11ê Îlona 2021ê, hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne. 

Li gor çavkaniyên ajansa Reutersê, Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar daye ku heta 11ê Îlona 2021ê, hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne.

Ajansa Reutersê ragihand; Serokê Amerîkayê tekez kiriye ku hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne, lê belê ti demekê ji bo destpêkirina proseya vekişînê eşkere nekiriye.

Di serdema îdareya Donald Trump de, di Sibata 2020an de, Amerîka û Tevgera Talîbanê li paytexta Qeterê bajarê Dohayê li hev kirin ku heta 1ê Gulana 2021ê, Amerîka hemû hêzên xwe ji Efqanistanê vekişîne.

Li ser vê mijarê, Joe Biden eşkere kiriye ku zehmet e ew bikarin heta wê demê hêzên xwe ji Efxanistanê vegerînin.

Amerîka Haberleri

CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye