Resûl: 350 hezar koçberên Şingalê ji ber PKKê û komên çekdar nikarin vegerin warên xwe

.

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan li Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl got ku, zêdetirî 300 hezar koçberên Şingalê ji ber hêzên PKKê û komên çekdar ên neyasayî nikarin vegerin warên xwe.

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan Sirwe Resûl îro 25ê Sibatê di civîna çapemeniyê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2014ê pêşwaziya du milyon aware û penaberan kir, herwiha qeyraneke sepandî jî li ser Herêma Kurdistanê hebû û heta niha jî berdewam e.”

Sirwe Resûl got: “Niha nêzî yek milyon aware û penaber li Herêma Kurdistanê mane, gelek sedem hene ku ji bo vegera awareyan bûne rêgir û heta îro jî nehatine çareserkirin.”

Resûl da zanîn, “350 hezar koçberên Şingalê li Herêma Kurdistanê hene ku ji ber hêzên PKKê û komên çekdar ên neyasayî venegeriyane cihên xwe. Hikûmeta Federalî jî ew mijar çareser nekiriye, ku ew bi silametî vegerin deverên xwe.” 

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK