Rêkxirawên neteweyên yekgirtî daxwazkarê ragirtina bilez a cezayê bidarvekirinan li Îranê

.

Komîsariya a bilind a Mafê mirove neteweyên yekgirtî, li hember bidarvekirinên 4 kesên dinê li Îranê bi bê dadgehîkirinek dadperwerane bertek nîşan da.

Willker Turk, Komîsarê Bilind a mafê mirove neteweyên yekgirtî di vê derheqê de got: bidarvekirina wan 4 kesan bi bê dadgehîkirinek dadperwerane bi tohmeta sîxûrîkirin, cihê daxê ye û em daxwazkarê ragirtina bileze cezayê bidarvekirinan di Îranê de.

Dezgeha binav dadweriya Komara Îslamî, sipêdeha roja Înê  8 Befranbarê, li parêzgeha Urmiyê bidarvekirina 4 kesan bi tohmeta Efsad Fîlerz li rêya sîxûrî bo hevkarîkirin digel Îsraîlê ragehand.

Nûçegihaniya Mîzan, ser bi dezgeha binav dadweriya rejîma Îranê, nasnameya wan çar kesan yên bi navên, Wefa Hinare, Aram Umerî, Rehman Perhazû û Nesîm Nemazî ragehand.

Tevî evê ku çendîn sale rêkxirawên navdewletî û navendên mafê mirov liser vê pirsê hoşdarî dane rejîma Îranê, lê cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê li Îranê her wisa berdewame.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ