Rejîmê bi anîna hêzek zêde, bjarên Kurdistanê mîlîtarîze kiriye

.

Rejîma Îranê hêzek zêde a serkutkar li bajarên Mihabad, Dêwolan û Sineyê cihgîr kiriye û bi vî awayî dixwaze xelkê serhildêr serkut bike.

Îro 18ê rezberê rejîma dîktator a Îranê bi anîna hêzek zêde di nav şeqamên bajarê Mihabadê de, dixwaze pêşiya serhildana xelkê bigire, lê xelkê serhildêr ên Mihabadê ji hêzên tirsonek yên rejîmê natirsin û şeqaman çol nakin.

Li bajarên Dêwolan û Sine jî bi heman awayî hêzek zêde a serkutkar tê de cihgir bûye û şer û pevçûnek jî di navbera xelkê serhildêr û hêzên reîmê de çê bû.

Xelkê Dêwolan û Sineyê ji xelkê din yên bajarên Kurdistanê xwastine ku bêne ser şeqaman û li dijî rejîmê serhildanê bikin da ku givaş li ser wan bê kêmkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle