Rejîma Îranê pîlana terorkirina hin berpirsên payebilind yên Amerîkayê dike

.

Rapora Navenda Dijî Terorê ya Navneteweyî ya Amerîkayê, îmkan heye ku, rejîma Îran yek ji siyastevanên niha an jî yên berê yên Amerîkayê bike armanca pîlanên xwe yên terorê.

Roja Duşemê 25`ê Tîrmehê rojanameya “Frankfurter Societät” weşandiye: Navenda Dijî Terorê ya Navneteweyî ya Amerîkayê (NCTC) di raporek xwe ji dezgehên îtlaatî yên Amerîakyê re hişdarî daye ku, rejîma Îranê pîlanên terorkirina kesayetiyên girîng û xwedî pêgeh yên Amerîkayê heye.

Rojnameya “Frankfurter Societät” di rapora xwe de, îşare bi pîlana terorkirina “Joe Biden serkomarê niha yê Amerîkayê, Donald Trump serkomarê berê, Mike Pompeo Wezîrê berê yê Karê Derve û General Franklin McKenzie fermanderê Stada Fermandehiya Amerîkayê kiriye ku ev tercîhên yekem in bo armancên qirêj yên rejîma terorperwer ya Îranê.

Piştî kuştina Qasim Sulêmanî yê terorîst di sala 2020`an li ser destûra Donald Trump serkomarê wî demî yê Amerîkayê, wirşûnda rejîma terorîstperwer ya Îranê çendîn caran gefên terorkirina berpirsên payebilind yên Amerîkayê xwariye.

Lê, heta niha ti yek ji wan berpirsên Amerîkayê yên di bin gefên terorê de, li derheq vê hişdariya Navenda Dijî Terorê ya Navneteweyî ya Amerîkayê ne axviye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin