Rejîma Îranê li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê rê nade ku welatî navên Kurdî li ser zarokên xwe danên

.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa” yê welatiyekî xelkê bajarê Mehabadê yê bi navê “Elî Nadirî” bi belavkirina girte vîdyoyekê ragihandiye ku piştî derbasbûna 62 rojan heta niha nekariye ev navê ku bixwe dixwaze li ser zarokê xwe danê.

Navbirî dixwaze navê kurê xwe danê “Ajiman” li îdareya Tomarkirina Barê Kesayetiyê li bajarê “Mehabadê” vî navî qebûl nakirin û gotine ku Kurdî ye û di nava sîstema me de nehatiye tomarkirin û divê serdana navendên pêwendîdar li bajarê Urmiyê û Tehranê bê kirin.

Herwisa “Elî Nadirî” ragihandiye ku tevî çendîn caran pêwendî giritn bi navendên pêwendîdar li Tehran û Urmiyê heta niha bersiva vî nehatiye dan û daxwaza vî bê dana şiroveyan hatiye redkirin.

Yek ji sereketirîn mafê her dayîk û bavekê ye ku bixwe navê zarokên xwe hilbijêrin, lê li Rojhilatê Kurdistanê ev yeka jî, ji aliyê deselata hakim tê binpêkirin û gelek kes hene ku du navan ji zarokên xwe re hildibijêrin yek ya ku di nasnameya wan de tê tomarkirin yek jî ku di nava malbat û civakê de jê re tê gotin.

Mînaka herî berçav navê “Jîna Emînî” bû ku ji ber Kurdîbûna “Jîna”yê malbata wê neçar bûn ku di nasnameya wê de navê wê bikin bi “Mehsa”

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da