Rejîma Îranê ji tirisa serhildana xelkê hêzek zêde di nava bajarê Sinê de cihgîr kiriye

.

Pêka dîmenên ku hatinî belavkirin rejîma Îranê ji tirisa serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistanê hejmarek zêde ji hêzên xwe bo nava bajarê “Sinê” veguhastine.

Weke ku di wan dîmenan de xuya ye hêzên rejîmê bi matorsikîlan di nava bajar de bi manhoran tevdigerin.

Di nêzîkbûna salroja avakirina rejîma Îranê li 22ê Rêbendanê de, serhildanên xelkê li dijî rejîma Îranê zêdetir bûne û li şeva Çarşemî 12ê Rêbendanê ve xelkê azadîxwaz li çendîn bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine ser şeqaman û li dijî desthilata rejîmê carek din xwenîşandan lidar xistin.

Li bajarê weke: “Avdanan, Mescid Sulêman, Tehran, Îsfegan, Sine, Bokan, Yezid, Kirman” û çendîn bajarên din bi dana siloganan li dijî rejîmê, şewitandina ala û hêmayên rejîmê, şewitandina benêrên taybet bi 22 Rêbendanê li ser şeqaman amadebûn, lewma vê yekê tiris xistiye nava dilê rejîmê û neçar mane bo sepandina hêza xwe di nava bajaran de manhoran cihgîr bikin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?