Rejîma Îranê di rojekê de 9 girtî darve kir

.

 Hate ragihandin ku rejîma Îranê di rojekê de li Girtîgeha Navendî ya Kirman, Girtîgeha Qizalhisar a Kerecê û Girtîgeha Çabeharê ya Îranê 9 girtiyan darve kiriye.

Rejîmê di Girtîgeha Navendî ya Kirmanê de 5 girtî darve kir ku navê 4 ji wan wek; Ahmed Riza Mîrîyê 34 salî ku xelkê Zabolê ye, Şemseddîn Kişanîyê 53 salî ku xelkê Zahedanê ye, Şewket Şahbexşê ku ew jî xelkê Zahedanê ye û girtiyê kurd ê bi navê Cemal Mêrdanîyê 54 salî yê xelkê Miandawê ye.

Li gorî agahiyên ji jêderên Îran û Rojhelatê Kurdistanê hatine wergirtin, ew 5 girtî roja Îniyê ji bo hucreya yekkesî hatine veguhestin û duh jî hevdîtina xwe ya dawî bi malbatên xwe re kirine.

Li gor agahiyan her wiha 2 girtiyên Belûç ên bi navê Seîd Jadgalê 30 salî û Mihemed Encem Roozê 33salî yên ji bajarokê Planî yê bajarê Deştiyarê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî li Girtîgeha Navendî ya Çabeharê hatine darvekirin.

Ji aliyê din ve 2 girtiyên bi navê Alî Riza Şahbazê 38 salî yê ji Tehranê û Abdulbarî Paştûyê 38 salî yê ji Efxanistanê ku berê bi sûcdariya maddeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, li Girtîgeha Navendî ya Karazê hatin darvekirin. Her du girtî jî zewicandibûne û xwedî zarok bûne.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin