Rejîma Îranê di girtîgeha Kerecê de bi bê dengî girtiyan îdam dike

.

Rejîma Îranê piştî şoreşa girtiyan li girtîgeha Kerecê, hejmarek zêde ji girtiyên bi îdamê hatinî cezadan, birine odeyên takekesî û gelek jî bi bê dengî îdam kirine.

Yek ji wan kesên ku roja Pênşemî 6ê Befranbarê, li girtîgeha Kerecê hate bidarvekirin, yê bi navê Riza Şukrîpûr yê 30 salî û xekê bajarê Îlamê bû ku hate bidarvekirin û ev xwediyê du zarokan bû û 4 sal bû ku di girtîgeha rejîmê de bû.

Kanûna Mafê Mirovî ya Îranê daye zanîn ku ev girtiye bi tohmeta madên hişber hatibû girtin.

Ti yek ji wan îdamkiriyan ji aliyê medyayên rerjîmê ve nehatine belavkirin.

Piraniya girtiyên ku wê midehê hatine îdamkirin bi tohemta madên hişber hatine bidarvekirin ku eva jî di halekê de ye ku xwedê Spaha Pasdaran a terorîst belavkerê madên hişber di navxweyê welat û derveyê welat de ye.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle