Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand

.

Rêjîma Îranê bi fermî hevkariya xwe digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî sekinand.

Mewsûd Piziştiyan, serkomarê rêjîmê ragihand ku alîkariyên rêjîmê digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi tevavî sekinand, ew yek li halekê de ye ku hem Troîkaya ewropa  û hem Ajansa navnetewî û civaka navnetewî, daxwaza hevkarîkirina lezgîn a rêjîmê digel vê Ajansê kiribûn.

Ew biryara rêjîmê egera vegerandindina tevahiya dorpêçan anku mikanîsma maşê bo ser rêjîma Îranê gelek zêde kirye û bi wî awayî rêjîmê ji qonaxeke dijwar, dê bikeve nav qonaxek dijwartitr.

Rêjîma Îranê tevî ku pêdegirî li ser meyandina Uraniyomê dike, ragihandiye ku heta garantiya parastîbûna bernameya navkî û zanayên navkî bi rêjîma Îranê neyê dan, dê her wisa berdewam be li ser sekinandina hevkariyên xwe.

Amerîkayê bi rohnî bi rêjîma Îranê ragihandiye ku meyandina Urniyomê, hêla sor e û nabe hebe.

3 welatên Ewropayî anku Alman, Birîtaniya û Firansê hoşdarî dane rêjîma Îranê ku ger mukum be li ser alîkarî nekirina digel Ajansê, dê bi tundî bikeve be sizaya wan û dê dorpêçên gelek berfireh bêxne ser rêjîma Îranê.

Kurdistan Haberleri

MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kir